Hewlêr (Rûdaw) - Kupaya Cîhanê ya 2026an dê bi mazûvaniya Amerîka, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin û vê carê 48 tîm tê de cih digirin.
Maçên 12 komên ku ji 4 tîman pêk tên dê 11ê Hezîranê dest pê bikin.
Xwediyê kupayê jî dê 19ê Tîrmehê di maça fînalê de diyar bibe.
Pişkavêtina Kupaya Cîhanê tabloyeke hevseng derxist holê û vê carê "koma mirinê" çênebû.
Îfadeya "koma mirinê" ji bo wan koman tê bikaranîn ku çend tîmên favorî û bihêz bi hev re dikevin heman komê.
Koma A û tîmên mazûvan
Yek ji welatên mazûvan Meksîka, di Koma Ayê de cih digire û dê di maça vekirinê de bi Afrîkaya Başûr re bilîze.
Lîstina li Stadyuma Aztekê û li ber alîgirên xwe, ji bo Meksîkayê avantajeke mezin e.
Koreya Başûr û Çekya jî tîmên din ên vê komê ne.
Welatekî din ê mazûvan Kanada ye. Kanada di Koma Byê de bi Qeter, Swîsre û Bosna Hersekê re dilîze.
Paraguay û Awistralya jî du tîmên din ên komê ne.
Rêya hêsan a Brezîlyayê
Pişkavêtina ji bo Brezîlyayê rêyeke hêsan xêz kir.
Brezîlya di Koma Cyê de ye û ji bilî Fasê hevrikeke wê ya xurt xuya nake.
Skoçya û Haîtî jî vê komê temam dikin.
Di Koma Fyê de du tîmên bihêz ên Ewropayê Holenda û Swêd tên pêşberî hev.
Di Koma Iyê de Senegal û Fransaya ku sala 2002yan ji aliyê Senegalê ve hatibû têkbirin, dîsa ketin heman komê.
Fransaya ku yek ji favoriyên turnuwayê ye, dixwaze tola sala 2002yan hilîne.
Norwec jî tîmeke din a bihêz a vê komê ye.
Koma Jyê ya ku Arjantîna şampiyona dawî tê de ye jî zêde zehmet xuya nake.
Arjantîn dê bi Cezayîr, Awisturya û Urdinê re bilîze.
Di Koma Lyê de Brîtan û Xirwatistan dê werin pêşberî hev.
Ji Karayîpan Curaçao, ji Afrîkayê Cape Verde (Giravên Kepkêsk) û ji Asyayê Ozbekistan û Urdun cara yekem beşdarî Kupaya Cîhanê dibin.
Favoriyên Kupaya Cîhanê kîjan tîm in?
Spanyaya şampiyona Ewropayê, piştî performanseke bêqisûr a di maçên bêjandinê de wekî favoriya herî mezin a turnuwayê tê nîşandan.
Spanyayê di komên bêjandinê de de bi Tirkiye, Gurcistan û Bulgaristanê re lîst.
Wê di 6 maçan de 5 serkeftin û wekheviyek bi dest xist.
Di kadroya Spanyayê de stêrkên wekî Pedri, Fabian Ruiz, Martin Zubimendi, xwediyê Ballon d'Ora 2024an Rodri û yek ji lîstikvanên ciwan ên herî baş ên cîhanê Lamine Yamal hene.
Brîtan di her du şampiyonên dawî yên Ewropayê de fînal lîstiye.
Ew bi nifşê xwe yê nû êdî dixwaze kupayekê qezenc bike.

