Hewlêr (Rûdaw) – Li Amedê kesek 9 salan bi gurçika bavê xwe jiya, niha jî dayîka wî gurçikeke xwe daye wî.
Bexşandina endamên laş, ji bo gelek nexweşên ku li hêviyê ne, dibe şensekî jinûvejiyanê.
Hinek nexweş jî ji ber peydanekirina endamekî laş, canê xwe ji dest didin.
Li Amedê, piştî ku gurçika bavê wî ji kar ket, dayîkekê gurçika xwe da kurê xwe.
Nuray Yaşara 51 salî xelka Amedê ye û dayîka çar zarokan e.
Kurê wê Ferhadê 29 salî, ji sala 2016an ve bi nexweşiya gurçikan dinaliya.
Bavê wî 9 sal berê gurçikeke xwe dayê û Ferhat 9 salan bi wê gurçikê jiyana xwe domand.
Lê piştre ew gurçik jî ji kar ket û pêwîst bû ku gurçikeke din ji bo wî bê veguhastin.
Vê carê dayîka wî hat pêş û gurçikeke xwe bexşî kurê xwe.
“Dayîka min bêyî dudiliyê biryar da"
Ferhat Yaşar li ser nexweşiya xwe û fedakariya dayîka xwe axivî û got:
"Pêvajoya dermankirina min gelekî dirêj û giran bû.
Gava me zanî ku pêwîstî bi emeliyata duyem heye, em gelekî tirsiyan û em ji aliyê derûnî ve gelekî westiyan.
Dayîka min bêyî ku dudil bibe got ku ez dê gurçika xwe bidim.
Vê yekê ez him xemgîn kirim û him jî ez hîs dikim ku gelekî deyndarê wê me."
"Dinya dibe ya min"
Ji bo dayîkekê, rizgarkirina jiyana kezeba wê dilxweşiya herî mezin e.
Nuray Yaşarê diyar kir ku ew gelekî bextewer e û got, “Divabû cara duyem emeliyata veguhastina gurçikê ji bo wî bihata kirin.
Vê carê min xwest ez gurçika xwe bidimê.
Niha dema ku ez wî bi tendurist dibînim, dinya dibe ya min. Ez gelekî bextewer im."
Niha rewşa dayîk û kurê wê piştî emeliyatê baş e û ew bi hev re ji bo kontrolê diçin nexweşxaneyê.
"Hişyariyeke zêdetir pêwîst e"
Berpirsê Navenda Veguhastina Organan a Nexweşxaneya Gazî Yaşargîl Nûrettîn Ay li ser vê mijarê agahî dan û got:
"Ji bo her nexweşekî gurçikan, dikare veguhestina gurçikê were kirin.
Hinek caran cara duyem an jî sêyem emeliyata veguhastinê ji bo nexweşan tê kirin.
Nexweşê me yê niha jî veguhastina yekem ji bavê xwe wergirtibû, gurçika duyem jî ji aliyê dayîka wî ve hat bexşandin."
Li seranserê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi hezaran nexweş li benda mûcîzeyeke wiha ne.
Bijîşk dixwazinn ku di mijara bexşandina organan de hişyariyeke zêdetir hebe.