Hewlêr (Rûdaw) - Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî,
dê bi yekê ji dîzaynên xwe yên bi navê "Tîrêja Rojê" beşdarî
Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê bibe.
Dîzaynera Kurd Lara Dizeyiyê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê
15ê Gulana îsal saet 17:00an li Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê li ser
xalîçeya sor bimeşe.
"Îlhama xwe ji rojê wergirtiye"
Lara Dizeyiyê da zanîn ku ew dê yek ji dîzaynên xwe yên
taybet a bi navê "Tîrêja Rojê" li xwe bike.
Bi gotina Lara Dizeyiyê ew cilekî Coutur e û rehên xwe ji
sembol û reseniya Kurdî digire.
