Hewlêr (Rûdaw) - Îlham Ehmed û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ji bo Roja Zimanê Kurdî li Şama paytexta Sûriyeyê çûn ser gorên Mîr Bedirxan, Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxanê.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li wir pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin û li ser fermîkirina zimanê Kurdî û pêşhatên siyasî daxuyaniyên girîng dan.
"Zimanê Kurdî dê Sûriyeyê xurt bike"
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku divê ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têkoşîn were bilindkirin û got:
"Em dixwazin zimanê xwe li vî welatî fermî bikin.
Her çi qasî hişmendî û aqilek hebe ku vê qebûl nake jî li gorî Biryarnameya 13an, di hinek dibistanan de destûra xwendina Kurdî hatiye dayîn.
Fermîbûna zimanê Kurdî dê bibe sedema dewlemendbûn û xurtbûna Sûriyeyê.
Em ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan û hemû kesên ku ji bo vî zimanî têkoşîn dane bi bîr tînin."
Vegerandina navên resen ên gund û herêman
Îlham Ehmedê li ser pirsa têkildarî xwenîşandanên li Rojavayê Kurdistanê û daxwaza perwerdeya bi Kurdî diyar kir ku dan û standin didomin.
