Hewlêr (Rûdaw) - Saruhan Oluç “Konferansa di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” bû û pirsên Rûdawê bersivandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê û Endamê Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê Saruhan Oluç li ser "yasaya bingehîn" a ku ji bo çareserkirina Pirsgirêka Kurdan li ser tê xebitîn û bipêşketinên dawî yên siyasî daxuyaniyên girîng da.
DEM Partî li Stenbolê “Konferansa di Sedsala Duyemîn de Veguherîna Demokratîk a Komarê” li dar dixe.
Oluç diyar kir ku hîn derbarê yasaya çareseriyê reşnivîseke fermî ji aliyê desthilatê ve ji wan re nehatiye pêşkêşkirin lê amadehiyên wan didomin û got:
"Me amadehiyên xwe helbet bi Birêz Ocalan re parve kirin.
Me pêşniyar û nirxandinên wî wergirtin.
Amadehiyên wî yên gelekî girîng hebûn."
"Me bi AK Partiyê re hevdîtin kir, em dê bi partiyên din re jî bicivin"
Oluç destnîşan kir, ji bo ku pêvajo bi awayekî zelal bi rê ve biçe ew bi partiyên siyasî re pêwendiyê datînin û li pey çû:
"Li gel van amadehiyan niha em di gera hevdîtinan de ne.
Me bi AK Partiyê re hevdîtin kir, em dê bi partiyên din re jî bicivin.
Di van hevdîtinan de em hem nirxandinên Birêz Ocalan hem jî yên xwe parve dikin.
Em nêrînên xwe yên li ser çarçove û naveroka yasayê radigihînin. Heta niha pêşhevdîtin baş diçin.
Her çend hinek xalên bi pirsgirêk hebin jî em dê gotûbêjkirina wan bidomînin.
Eger di navbera partiyan de lihevkirineke pêşîn çêbibe, pêvajoya li Parlamentoyê dikare gelekî leztir û hêsantir bi rê ve biçe."
"Operasyonên li dijî CHPyê bandoreke neyînî li pêvajoyê dikin"
Saruhan Oluç bal kişand ser midaxele û operasyonên dawî yên li dijî mixalefeta sereke CHPyê û eşkere kir ku ev yek avhewaya siyasî xera dike û da zanîn:
"Ev bipêşketin gelekî neyînî ne û bandorê li pêvajoyê dikin.
Ji bo demokratîkbûn û hiqûqê pirsgirêkên mezin derdixe lê em nikarin ji ber van bipêşketinan derxistina yasayê bi paş bixin.
Berovajî vê, em wisa difikirin ku ev yasa dê di warê demokratîkbûnê de li Tirkiyeyê rêyeke nû veke û hem di warê hiqûqê de hem jî di warê siyasetê de aramiyekê çêbike."
"Em dixwazin beriya betlaneyê yasa derkeve"
Oluç diyar kir ku di beşa şeşem a rapora hevpar a Komîsyona Parlamentoyê de jixwe li ser pêdiviya yasayê lihevkirinek heye û axaftina xwe wiha qedand:
"Niha em di qonaxa nivîsandina madeyan de ne.
Helbet pêdivî bi nîqaşên nû heye lê ez li ser vê mijarê ne bêhêvî me.
Em ji bo ku beriya Parlamento bikeve betlaneya havînê ev yasa derkeve çi ji destê me tê dikin."



