Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek, li gel malbat û parêzerên Rojîn Kabaîşê civiya.
Rojîn Kabaîşê dema li Wanê zanîngeh dixwend canê xwe ji dest dabû.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên lêpirsînê hatin nirxandin.
Hat eşkerekirin ku dê telefona Rojîn Kabaîşê ji bo lêkolîna teknîkî bişînin Çînê.
Wezîr Gurlek diyar kir ku ew dê dosyeyê bi hemû aliyên wê ve ji nû ve binirxînin.
Li gorî agahiyên li ser malpera fermî ya Wezareta Dadê, Akin Gurlek li wezaretê bi malbat û parêzerên Rojîn Kabaîşê re civiya.
Di civînê de, lêkolînên teknîkî yên di pêvajoya lêpirsînê de û daxwazên ji bo delîlên nû hatin nirxandin.
Hat diyarkirin ku Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryaranediyar li ser dosyeyê dixebite.
Hat destnîşankirin ku ew rasterast lêpirsînê bi rê ve nabin lê ew piştgiriya teknîkî didin.
Dê telefona wê bişînin Çînê
Wezîr Gurlek da zanîn ku telefona Rojîn Kabaîşê berê ji bo lêkolînê şandibûn Spanyayê.
Gurlek eşkere kir ku di pêvajoya nû de ew plan dikin ku analîza teknîkî ya telefonê li Çînê bê kirin.
