Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Heval Bozdag ragihand ku tevî derbasbûna 15 mehan ji ser banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan, hikûmeta Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê hîn jî ti gav neavêtine û polîtîkayek pêk neaniye.
Heval Bozdag destnîşan kir ku nabe desthilat berpirsiyariyên xwe paş bixe.
Bozdag her wiha bangî welatiyan kir ku 16ê Gulanê li dijî rawestandina pêvajoyê derkevin qadan.
Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag îro di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê axivî.
Heval Bozdag ji ber neavêtina gavên yasayî rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girtin.
"15 meh derbas bûn"
Bozdag bal kişand ser banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan û got:
"Ji wê bangê û vir ve 15 meh derbas bûn lê mixabin ti polîtîkayeke wisa nehat amadekirin ku bersiva daxwazên gel bide û dilgiraniyan ji holê rake.
Nêzîkatiya desthilatê ya ku berpirsiyariyên xwe bi wext re dabeş dike û pêvajoyê nezelal dihêle, di xaleke wiha dîrokî de nayê qebûlkirin.
