Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê ya ku
bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê 22yê Gulanê hatibû girtin, piştî sê rojan bi
biryareke nû dîsa hat vekirin.
Biryara vekirina zanîngehê îro (25ê Gulana 2026an) bi îmzeya
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Xwendekarên Zanîngeha Bîlgiyê sê rojan li dijî biryara
rawestandina xebatên zanîngeha xwe xwenîşandan kir.
YOK: Perwerde didome
Serokê Lijneya Xwendina Bilind (YOK) Erol Ozvar, biryar li
ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got:
"Bi erêkirina birêz Serokkomarê me, xebatên perwerde û
hînkirinê li Zanîngeha Bîlgiyê ya ya Stenbolê bêyî qutbûn dê bidomin."
Destûra karkirina Zanîngeha Bîlgiyê ya ku qeyûm li ser weqfa
wê ya damezirêner hatibû danîn, berê bi biryareke Erdogan hatibû betalkirin.
Lê piştî çar rojan, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp
Erdogan bi biryareke nû ew biryara berê betal kir û bi vî awayî astengiya li
pêşiya xebatên zanîngehê hat rakirin.
Akademîsyen daxwaza şefafiyetê dikin
Hiqûqnas û akademîsyenê Zanîngeha Bîlgî Yaman Akdenîz jî li
ser mijarê û got:
"Hêvî dikim ev biryareke daîmî be, ne ku tenê demkî be.
