Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku wan serokê çeteya Tren de Araguayê Hector Guerrero Flores (Nino Guerrero) bi piştgiriya birêvebiriya Venezuelayê kuştiye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê li ser armancgirtina serokê Tren de Araguayê daxuyaniyek belav kir.
Trump diyar kir ku di êrişeke asmanî ya artêşa Amerîkayê de Hector Guerrero Floresê ku bi nasnavê "Nino Guerrero" tê naskirin hatiye kuştin.
Wî her wiha destnîşan kir ku ev êriş bi awayekî bihevahengî li gel rayedarên Venezuelayê hatiye kirin.
Donald Trump demeke kurt piştî ku dest bi karê xwe kir, çend çete ku "Tren de Aragua" jî di nav de bû xistibûn lîsteya rêxistinên terorê yên biyanî.
#VÎDEO - Amerîkayê Nino Guerrero kuşt
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2026
💢 Bi fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump êrişî cihê ku bazirganê mezin ê madeyên hişbir Nino Guerrero lê dimîne hat kirin û ❝hat kuştin❞ pic.twitter.com/wqXIAFDxku
.webp&w=3840&q=75)


