Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku di navbera Amerîka û Îranê de peymana aştiyê hatiye temamkirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Trump diyar kir ku peymana bi Komara Îslamî ya Îranê re hatiye temamkirin û dorpêça deryayî ya Amerîkayê bi lez tê rakirin.
"Bila petrol biherike”
Trump destnîşan kir ku Tengava Hurmizê tê vekirin û got:
"Pîroz be li her kesî. Ez vekirina Tengava Hurmizê ya bêpere û her wiha rakirina bilez a dorpêça Hêzên Deryayî yên Amerîkayê bi temamî pesend dikim."
Trump bangî keştiyên cîhanê kir û anî zimên, "Motorên xwe bidin xebitandin. Bila petrol biherike."
Şerîf: Operasyonên leşkerî radiwestin
Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf jî li ser hesabê xwe yê Xê eşkere kir ku di encama hevdîtinên giran de Amerîka û Îran gihîştine peymana aştiyê.
Şerîf diyar ku her du aliyan bidawîhatina bilez û mayînde ya operasyonên leşkerî ya li hemû eniyan (Libnan jî di nav de) ragihandiye.
19 Hezîranê
Li gorî daxuyaniya Şerîf, merasîma fermî ya îmzekirina peymanê dê 19ê Hezîranê li Swîsreyê bê lidarxistin.
Îran: Me metnê peymanê temam kir
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî jî piştrast kir ku wan bi Amerîkayê re li hev kiriye.
Xerîbabadî ji Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê re axivî û diyar kir ku metnê peymanê temam bûye û ew dê roja înê li Swîsreyê îmze bikin.
Xerîbabadî anî zimên ku heta roja îmzeyê dê pêbendbûna Amerîkayê ya li ser bidawîkirina şer, rakirina dorpêçê û berdana mal û samanên Îranê werin piştrastkirin.
Li gorî gotina wî, hevdîtinên 60 rojî yên pêşiya wan girêdayî bicihanîna sozên Amerîkayê ne.
Xerîbabadî destnîşan kir ku dê di wan 60 rojan de li ser cezayan, bernameya nukleerê û mekanîzmaya bipêşketina aboriyê hevdîtin bên kirin.
Êrişa Îsraîlê û helwesta Trump
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşkere kir ku peyman Libnanê jî li xwe digire û şerê li wir jî bi awayekî mayînde bi dawî dibe.
Xerîbabadî da zanîn ku piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Libnanê, Hêzên Çekdar ên Îranê amadehiya êrişeke beramber dikir.
Wî ragihand ku vê biryardariya wan hişt ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî Îsraîlê helwestê nîşan bide û ev yek jî bû alîkar ku peyman bi pêş ve biçe.
Xerîbabadî di dawiyê de destnîşan kir ku “Hêzên Çekdar ên Îranê li dijî planên dijmin her tim amade ne.”

.jpg&w=3840&q=75)

