کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Hinek koçberên li Almanyayê / Wêne: Getty, Images, Arşîv

Hinek koçberên li Almanyayê / Wêne: Getty, Images, Arşîv

Cîhan

Almanyayê ji Rûdawê re got: 1100 penaxwazên Îraqî tevlî 12 hezar sûcan bûne

Kehî Mehmûd

Kehî Mehmûd

04-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Kehî Mehmûd
Kehî Mehmûd04-09-2026

Nûçeyên Têkildar

REWAN - Kurdên Êzidî salvegera vekirina Perestgeha Heft Mêrên Dîwanê pîroz kir
Cîhan01-10-2026

REWAN - Kurdên Êzidî salvegera vekirina Perestgeha Heft Mêrên Dîwanê pîroz kir

PENa Navneteweyî ji Tirkiyeyê xwest ku dozên li ser Gulistan Yarkinê betal bike
Cîhan01-10-2026

PENa Navneteweyî ji Tirkiyeyê xwest ku dozên li ser Gulistan Yarkinê betal bike

Netanyahu: Me Brîtanya ji êrişa Îranê agahdar kiribû
Cîhan01-10-2026

Netanyahu: Me Brîtanya ji êrişa Îranê agahdar kiribû

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Penaberan a eyaleta Nordrhein-Westfalenê ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku ji 2 hezar û 100 penaxwazên ku 12 hezar sûcên wekî diziyê kirine, nêzîkî 1100 kesên wan xwedî nasnameya Îraqê ne.

Ev amar encama lêkolîna li ser dosyeyên 6 hezar û 800 penaxwazên Îraqî û welatên din e ku 5 hezar û 520 kes ji wan Îraqî ne.

Berdevkê Wezareta Koç û Penaberan a eyaleta Nordrhein-Westfalenê li ser "Lîsteya Coesfeldê" pirsên Kehî Mehmûda edîtora beşa Intakeyê ya Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Li gorî gotina wî berdevkî, heta 30ê Îlona 2024an li wê eyaletê ji bo 6 hezar û 800 penaxwazên Îraqî û yên welatên Balkanê biryara dersînorkirinê hebûye lê ji ber sedemên cuda, dersînorkirin nehatine bicihanîn.

Dezgeha sûcan a eyaletê li ser daxwaza Wezareta Karên Navxwe dosyeyên wan 6 hezar û 800 penaxwazan lêkolîn kirine da ku were zanîn bê ka tevlîbûna wan di sûcan de çi qas bûye.

Berdevkê wezaretê ragihand:

"Lêkolînê nîşan da ku ji wan 6 hezar û 800 kesên ku dosyeyên wan hatine kontrolkirin, 2 hezar û 100 kes tevlî sûcan bûne.

Nêzîkî 1100 kes ji wan di lîsteya dosyeyên welatiyên Îraqî de bûn û 1000 kes jî di lîsteya dosyeyên welatên Balkanê de bûn.

Bi giştî, ev 12 hezar sûc ji aliyê van 2 hezar û 100 kesan ve hatine kirin."

Cureyên sûcan

Berdevk amaje bi wê yekê kir ku wezaret amarên dezgeha sûcan dinirxîne, lewma ew niha nikarin bi hûrgilî diyar bikin ka wan 1100 penaxwazên Îraqî çi sûc kirine.

Lê belê dezgeha sûcan a eyaletê berê ragihandibû ku ev sûc "ji diziyê dest pê dikin heta digihêjin sûcên madeyên hişbir, destdirêjiya zayendî û birîndarkirinê."

Tebaxa 2026an li bajarê Kolnê yê heman eyaletê di navbera malbatên ji welatên Balkanê de bûyereke tundiyê rû da.

Pişt re eşkere bû ku diviyabû hejmarek ji endamên wan malbatan berê bihatana dersînorkirin.

Piştî wê bûyerê, medyaya bajêr skandala "Lîsteya Coesfeldê" belav kir.

Li gorî rojnameyê, eşkere bûye ku Birêvebiriya Biyaniyan a Kolnê daxwaza hevkariyê ya bajarê Coesfeldê ya ji bo dersînorkirina 500 penaxwazên ku daxwaza wan hatibû redkirin, red kiriye.

Piştî vê yekê, dezgeha sûcan bi fermana Wezareta Karên Navxwe dest bi lêkolînê kir û eşkere bû ku 6 hezar û 800 penaxwazên ku daxwaza wan hatiye redkirin li wir hene.

Piştî ku dengê skandalê bilind bû, wezareta wê eyaletê ferman da dezgeha sûcan ku di wan lîsteyan de lêkolînê bike da ku were zanîn bê ka wan penaberên ku daxwaza wan hatiye redkirin çi qas sûc kirine.

Pirsên