Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya The Wall Street Journalê belav kir ku li gorî gotina berpirsên Amerîkayê, Donald Trump amade ye piştgiriyê bide wan komên li nav Îranê ku dixwazin ji bo rûxandina desthilata niha çekan hilgirin.
Li gorî rojnameyê, bi gaveke wiha ew komên Îranî dikarin bibin hêzeke bejahiyê ku herî kêm Washington di warê gotarê de piştgiriya wan bike.
Pêwendiya bi serkirdeyên Kurd re
Li gorî wan berpirsên Amerîkayê yên ku ji Wall Street Journalê re axivîne, Trump roja yekşemê bi "serkirdeyên Kurd" re axiviye.
Her wiha ew bi serkirdeyên din ên navxweyî re jî di nava pêwendiyê de ye ku îhtîmal heye ji lawaziya Tehranê sûdê bibînin û destkeftan bi dest bixin.
Wall Street Journal dinivîse, hêzeke berbiçav a Kurdan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê heye.
Her wiha Îsraîlê çend pêgeh li Rojhilatê Kurdistanê bombebaran kirine û "vê yekê jî ew pêşbînî çêkiriye ku Îsraîl rê ji bo pêşveçûna Kurdan xweş dike".
Sekretera Rojnamegeriyê ya Koşka Spî Karoline Leavittê got, "Serok Trump bi gelek hevparên herêmî re axiviye."
Leavittê ev yek got lê bi awayekî eşkere armancên Trump piştrast nekirin.
Axaftina bi Serok Barzanî û Bafil Talebanî re
Ajansa nûçeyan a Axiosê cara yekem nûçeya pêwendiya telefonî ya Trump a bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re belav kir.
