Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke nû de derbarê operasyonên li Îranê got: "Hêza deryayî ya Îranê têk çûye. Ew niha dixwazin rêkeftinê bikin lê ji bo me êdî dereng e û em şer dixwazin."
Trump roja înê li Koşka Spî da xuyakirin ku di nava sê rojan de wan 24 keştiyên şer ên Îranê noqî binê avê kirine û wiha got, "Îran niha ne xwediyê hêza esmanî ye û ne jî xwediyê pergaleke parastina esmanî ye."
Piştî vê daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê Admiral Brad Cooper ragihand ku hejmara keştiyên hatine têkbirin gihîştiye 30an û tenê di du saetên dawî de 200 hedefên Îranê hatine lêdan.
Ji sedî 60ê hêza mûşekî ya Îranê hat tinekirin
Li gorî zanyariyên Trump, operasyonên wan ew qasî hûr û rast in ku her mûşekavêjeke Îranê di bin 4 deqîqeyan de ji aliyê balafirên Amerîkayê ve tê wêrankirin.
Trump da zanîn ku ji sedî 60 heta 64ê tevahiya hêza mûşekî û pergalên pêwendiyê yên Tehranê ji holê hatine rakirin.
"Hûn hinekî dereng man"
Serokê Amerîkayê eşkere kir ku rayedarên Îranê niha têkiliyê bi wan re datînin û dipirsin "Em çawa rêkeftinê bikin?" lê wî bersiva wan daye û got, "Hûn hinekî dereng man."
