Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di serdemeke ku şer û aloziya leşkerî ya bi Îranê re di lûtkeyê de ye pesend kir ku bi bihayê 151,8 milyon dolaran çek û cebilxaneyan bifiroşe Îsraîlê.
Di çarçoveya peymanê de dê 12 hezar bombeyên giran ji Îsraîlê re werin şandin.
Nirxê peymanê 151,8 milyon dolar e
Li gorî daxuyaniya fermî ya Buroya Kar û Barên Siyasî û Leşkerî ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, nirxê giştî yê peymana firotinê ya ku hatiye pesendkirin 151,8 milyon dolar e.
Di çarçoveya peymanê de Îsraîl dê bi tevahî 12 hezar bombeyên giran bikire ku giraniya her yekê ji wan nêzîkî 470 kîlograman (1000 lîbre) e.
