Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku eger Îranê li Tengava Hurmizê mayîn danibin, divê "demildest" werin rakirin.
Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:
"Raporeke me li ser danîna mayînan nîne lê eger Îranê li Tengava Hurmizê mayîn danibin em dixwazin demildest werin rakirin."
"Encamên leşkerî dê li asteke nedîtî bin"
Trump gef li îranê xwar û got::
"Eger ji ber her sedemekê mayîn hatibin danîn û demildest neyên rakirin, dê ji bo Îranê encamên leşkerî li asteke wiha bin ku berê qet nehatiye dîtin.
Li aliyê din, eger ew tiştên ku danîne rakin, ev dê bibe gaveke mezin a ku di rêya rast de hatiye avêtin."
