Washington (Rûdaw) - Namzedê Komariyan ê Kongreya Amerîkayê Dave Wallace got, "Gava şert û merc guncav bin, Kurd dê li Îranê rola serkirdayetiyê bilîzin."
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê nêzîkî du hefteyan e ku didome.
Heta niha jî nediyariyeke mezin heye û kes nizane bê sibe dê çi bibe û gelo şer dê berdewam bike yan na.
Namzedê Komariyan ê Kongreya Amerîkayê Dave Wallace diyar kir ku ev nediyarî, siyaseta aqilane ya Serokê Amerîkayê Donald Trump e.
Bi vî awayî Îranî nekarin texmîn bikin bê ma Amerîka bi niyet e çi bike.
“Kurd dê rola serkirdayetiyê bilîzin”
Namzedê Kongreya Amerîkayê Dave Wallace ji Rûdawê re ragihand:
"Di vê rewşê de Serok sûdê ji nediyariyê werdigire. Rola wî ew e ku rejîma Îranê û wan zordarên ku tundiyê li dijî gelê xwe bi kar tînin bîne ser çokan."
Wallace anî zimên ku helwesta Donald Trump di heman demê de "nediyariyekê dide rola Kurdistanê jî" û wî got:
"Baweriya min ew e ku gava şert û merc guncav bin, Kurd dê li Îranê rola serkirdayetiyê bilîzin."
Armancên sereke yên Amerîkayê
Li gel van nediyariyên di siyaseta îdareya Amerîkayê de, li Washingtonê wêne hêdî hêdî zelal dibe.
Wisa xwiya dike ku Amerîka ne bi niyet e rejîmê li Îranê biguhere.
Her wiha pirsgirêka wê bi mana wê pergalê re nîne.
