Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafireke artêşa Amerîkayê ya cureyê KC-135 ku taybet e ji bo sotemenîdayîna li asman, li ser axa Îraqê ketiye xwarê.
Ev bûyer di demekê de ye ku hêzên Amerîkayê di navenda operasyona "Xezeba Destanî" ya li dijî Îranê de ne.
CENTCOMê ragihand ku du balafir di nava bûyerê de bûne.
Yek ji balafiran li herêmên rojavayê Îraqê ketiye xwarê lê balafireke din kariye bi silametî li baregeheke leşkerî dakeve.
Fermandariya Navendî tekez kir ku têkçûn û ketina balafirê ne ji ber "teqeya dijmin" an jî "teqeya dostane" bûye.
Yanî ji aliyê ti hêza derve an jî Îraqî ve nehatiye xistin. Ev yek nîşan dide ku dibe ku bûyer ji ber pirsgirêkeke teknîkî pêk hatibe.
