Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Şer Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku ji destpêka şerê li dijî Îranê ve, hêzên Amerîka û Îsraîlê li nav axa wî welatî zêdetirî 15 hezar armanc pêk anîne.
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth amaje bi wê yekê jî kir ku dibe Mucteba Xamineyiyê rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê di êrişan de birîndar bûye.
Gurbûna êrişan û têkçûna şiyana mûşekî
Pete Hegseth di civîneke rojnamegeriyê de destnîşan kir ku hêzên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê rojane zêdetirî hezar armancan pêk tîne.
Hegseth her wiha got, roja îniyê ji destpêka operasyonê ve êrişên herî zêde hatine kirin.
Wezîrê Şer yê Amerîkayê diyar kir ku şiyana bersivdana mûşekî ya Îranê ji sedî 90 û şiyana dronên bombebarkirî jî ji sedî 95 kêm bûye.
Ev yek jî piştî wê tê ku binesaziya mûşekan û platforma avêtina mûşekan û dronên wan hat têkbirin.
Birîndarbûna rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê
Pete Hegseth di beşeke din a axaftina xwe de îdia kir ku rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê Mucteba Xamineyî di êrişan de birîndar bûye û dibe ku rûyê wî têk çûye.
Mucteba Xamineyî piştî kuştina bavê xwe Elî Xamineyî heta niha derneketiye pêşberî xelkê û tenê peyameke nivîskî belav kiriye.
Aloziyên li Tengava Hurmizê
Serokê Sererkaniya Hevpar a Amerîkayê Dan jî ragihand ku Tengava Hurmizê "ji aliyê taktîkî ve jîngeheke aloz e.”
