Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Amerîkayê Trump got, "Me Girava Xarkê bi temamî wêran kir lê dibe ku em ji bo kêfa dilê xwe çend carên din jî lê bixin."
Donald Trump bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke kenala NBC Newsê bû.
Donald Trump ragihand ku daxwazên agirbestê yên birêvebiriya Tehranê hene lê mercên ji bo peymaneke ku şer bi dawî bike hîn pêk nehatine.
Trump li ser "Operasyona Xezeba Destanî" û bipêşketinên dawî yên li herêmê daxuyaniyên balkêş dan.
“Îran peymanê dixwaze lê ez naxwazim”
Trump destnîşan kir ku ji bo rûniştina li ser maseya peymanê ya bi Tehranê re hîn zû ye û li pey çû:
“Îran dixwaze peymanekê çêbike lê ez naxwazim çimkî hîn merc bi têrkerî ne baş in.
Divê devjêberdana bi temamî ya ji bernameya nukleer bibe beşeke her peymanê. Divê merc gelekî giran bin.”
Ji bo Tengava Hurmizê koalîsyona navneteweyî
Trump diyar kir ku ew ji bo parastina ewlehiya Tengava Hurmizê bi welatên din re di nav hevkariyê de ne.
Wî da zanîn ku ew li bendê ne welatên wekî Çîn, Fransa, Japonya, Koreya Başûr û Brîtanyayê keştiyên şer bişînin herêmê û xwe lê berda:
"Gelek welat, bi taybetî jî yên ku ji hewldana Îranê ya girtina tengavê zerer dîtiye, ji bo ku tengavê vekirî û ewle bihêlin dê bi Amerîkayê re keştiyên xwe bişînin."
Trump pirsa “Gelo dê Hêzên Deryayî yên Amerîkayê eskortiya tankerên petrolê bikin yan na?” wiha bersivand: "Ev îhtimalek e, di nav bijardeyên me de ye."
“Dibe ku em ji bo kêfa dilê xwe dîsa li Girava Xarkê bixin”
Trump piştrast kir ku hêzên Amerîkayê Girava Xarkê ku termînala petrolê ya stratejîk a Îranê ye “bi erdê re kiriye yek” û biland:
"Me Girava Xarkê bi temamî wêran kir lê dibe ku em tenê ji bo kêfa dilê xwe çend carên din jî lê bixin."
Trump da zanîn ku wan êrişî beşên din ên sektora enerjiyê nekiriye û got, "Çimkî jinûveavakirina wan bi salan dikişîne."
