Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku welatên Rojhilata Navîn ji bo parastina Tengava Hurmizê û li dijî Îranê piştgiriyê didin Amerîkayê.
Donald Trump li Koşka Spî Serokwezîrê Îrlandayê Micheal Martin pêşwazî kir.
Serokê Amerîkayê li Koşka spî bersiv da pirsên rojnamegeran û Nûnere Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde jî li Koşka Spî amade bû.
Serokê Amerîkayî li ser rewşa dawî ya Şerê Îranê axivî û got, “eger çekên atomî li ber destê Îranê bin, "wê demê piştî 24 saetan ji bidestxistina çekan dê wan bi kar bîne û belkî bigihe Ewropayê jî."
Pirsa Diyar Kurde û bersiva Donald Trump wisa ye:
Rûdaw: Hûn çi qasî nêzîkî ragihandina hevpeymaniyekê ne ji wan welatên ku amade ne ji bo parastina Tengava Hurmizê? Kîjan welat dê beşdar bibin û kîjan welat ew piştguh kirine?
Donald Trump: Baş e, piştgiriyeke me ya mezin ji aliyê Rojhilata Navîn ve hebûye. Qeter gelekî baş bûye. Îmarat bi rastî jî gelekî baş bûye. Erebistana Siûdî gelekî baş bûye. Behreyn gelekî baş bûye.
Welatên Rojhilata Navîn di piştgiriyên xwe de gelekî bihêz bûne û helbet, Îsraîl hevparê me yê baş e. Îsraîl gelekî bihêz e.
Eger tu li çend sal berê binerî, min behsa wê yekê kir ku Îran gefeke mezin bû ji bo ser vî welatî û ji bo ser vê cîhana me û derket holê ku ez rast bûm. Di rastiyê de, min got divê êrişî ser Girava Xarkê bikin. Berî salan dema ku wan serî hildabû, divabû êrişî wan bikira. Ji bo maweyê 37, 47, ez bawer dikim niha 48 sal in ew mijûlî tevliheviyê ne.
