New York (Rûdaw) – Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî ragihand ku li paytexta welatî wî Şamê firotina alkolê tê birêkûpêkkirin.
Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olabî li ser nûçeyên qedexekirina firotina alkolê yên li Şama paytext ji Rûdawê re axivî.
Rûdawê pirsa, "Hinek nûçe ji Şamê belav bûne ku desthilatdariya Şamê li piraniya taxan firotina alkolê qedexe kiriye, ji bilî taxên Xirîstiyanan. Sedema vê yekê çi ye? Tu dikarî zelal bikî?" ji Îbrahîm Olabî kir.
Wî diyar kir ku firotina alkolê qedexe nebûye û wan tenê hinek tedbîr girtine ber xwe.
Îbrahîm Olabî pirsa Rûdawê wiha bersivand:
"Metod nû hebû, bi berçavgirtina wan pirsên civakî yên heyî, me xwest ku em cihên firotina vexwarinên bi alkol birêkûpêk bikin.
Wekî mînak, nabe ku ev cih li kêleka dibistanê yan jî li kêleka dêrê bin. Ev bi tenê mijareke birêkûpêkkirinê ye."
