Hewlêr (Rûdaw) - Welatên G7 (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Japonya) û Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyeke hevpar belav kir.
Wan bi vê daxuyaniyê êrişên Îran û hêzên wekîl ên bi ser wê ve yên li welatên herêmê bi tundî şermezar kirin.
Welatan di daxuyaniyê de, bi taybetî bal kişand ser êrişên li dijî nûnertiyên dîplomatîk û jêrxana enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê.
Wezîrên karên derve yên welatên G7 û Nûnerê Bilind ê YEyê, di daxuyaniya xwe ya hevpar de eşkere kir ku ew bi temamî piştgiriyê didin hevalbendên xwe yên li hemberî çalakiyên leşkerî yên "bêperwa" yên rejîma Îranê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên Îranê rasterast gefê li ewlehiya herêmî û cîhanî dixwin û daxwaz hat kirin ku hemû operasyon "yekser û bê merc" werin rawestandin.
"Em armancgirtina dezgehên li Herêma Kurdistanê şermezar dikin"
Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniyê, li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bû.
Wezîrên G7ê li ser çalakiyên Îran û komên milîs ên bi ser wê ve yên li Îraqê got:
"Em êrişên bêşerm ên Îranê û milîsên di bin kontrola wê de yên li Îraqê şermezar dikin.
Ev êriş li dijî dezgehên dîplomatîk û jêrxana enerjiyê û bi taybetî jî li Herêma Kurdistana Îraqê ne.
Her wiha ev êrişên li ser hêzên Amerîkayê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê û gelê Îraqê nayên qebûlkirin."
Ji bo 8 welatan peyama piştgiriyê
G7ê diyar kir ku ew bi Behrêyn, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdin û Îraqê re di nava piştgiriyeke temam de ne ku Îranê bi dron û mûşekên balîstîk ew kirine armanc.
