Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Abuzar Erdogan di hilbijartinên herêmî yên eyaleta Bavyerayê ya li başûrê Almanyayê de wekî Serokê şaredarê Rosenheimê hat hilbijartin.
Siyasetmedarê Kurd Abuzar Erdogan ji malbateke Kurd a Elewî ye û ji Mereşa Bakurê Kurdistanê ye.
Wî karî piştî 65 salan kursiyê serokê şaredariyê ji Yekitiya Xiristiyanan (CSU) bistîne û vegerînePartiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD).
Ji sedî 53,4ê dengan standin
Abuzar Erdoganê 33 salî, di gera duyem a hilbijartinên herêmî de ku 22yê Adara 2026an hatin lidarxistin, ji sedî 53,4ê dengan standin.
Dijberê wî Andreas März (CSU) jî ji sedî 46,6ê dengan bi dest xistin.
Abuzar Erdogan gulana îsal dest bi peywira Serokê şaredariya Rosenheimê bike.
Partiya wî gulana 2025an ew wekî nazedê Şaredariya bajarê Rosenheimê nîşan dabû.
Wê demê siyasetmedarê Kurd di Meclisa Bajêr de Alîkarê Serokê Fraksiyona SPDyê bû.
“Pêdiviya Rosenheimê bi siyaseteke aborî heye”
Abuzar Erdogan derbarê bernameya xwe de got:
“Ji ber ku baweriya min bi şiyanên vî bajarî heye ez dibim namzed.
