Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan di operasyonên li dijî Îranê de li zêdetirî 10 hezar hedefên leşkerî xistiye.
CENTCOMê eşkere kir ku operasyon ji plana wan zûtir bi pêş ve diçin.
Fermandar Admiral Brad Cooper di peyameke vîdeoyî ya ku CENTCOMê li ser hesabê xwe yê Xê belav kiriye de axivî.
Brad Cooper diyar kir ku ew di hefteya çaremîn a operasyonan de ne.
Cooper da zanîn ku hêzên Amerîkayê li gorî plansaziyê li paş nemane, tewr zûtir gihiştine armancên xwe û got:
"Bi rastî, me tenê beriya çend demjimêran li armanca 10 hezaremîn a Îranê xist."
"Ji sedî 92yê Hêza Deryayî ya Îranê hat tunekirin"
Cooper diyar kir ku keştiyên şer ên Îranê bi salan e li avên herêmî gefan li bazirganiya cîhanî dixwin.
Cooper ragihand ku ev rewş êdî guheriye û dawî lê hatiye.
Fermandarê Amerîkayî destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonên Amerîkayê de ji sedî 92yê keştiyên herî mezin ên Hêza Deryayî ya Îranê hatine tunekirin.
Li gorî gotina Cooper, ev keştî êdî nikarin derkevin deryayê.
Cooper li ser vê yekê wiha peyivî:
"Li gorî nirxandina min a operasyonî, êdî şiyana Îranê nîne ku hêza xwe ya deryayî bi awayekî watedar li herêmê nîşan bide."
