Washington (Rûdaw) - Nûnerê Daîmî yê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Îbrahîm Olabî di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo vegerandina wan mafên ku rejîma berê ji Kurdan standibûn dixebite.
Îbrahîm Olabî pesnê biryarên "wêrek" ên serkirdayetiya Kurdan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) da û diyar kir ku ev biryar ji bo parastina mafên wan û yekbûna li gel dewleta Sûriyeyê girîng in.
Îbrahîm Olabî li Foruma Enerjiyê ya Amerîka-Sûriyeyê ya ku li navenda Atlantic Councilê ya li Washingtonê hat sazkirin pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde bersivandin.
Forum bi hevkariya Encumena Bazirganiyê ya Amerîka-Sûriyeyê hatibû organîzekirin.
Di forumê de bal hate kişandin ser sektora enerjiyê, bipêşketina aboriyê û pêywendiyên Amerîka û Sûriyeyê.
Her wiha Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack jî gotara sereke pêşkêş kir.
Samana petrolê û rola HSDyê
Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde li ser çavkaniyên petrolê yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û beşdariya HSDyê ya di birêvebirina wan de pirs ji Olabî kir.
Îbrahîm Olabî di bersiva xwe de got:
"Beriya her tiştî ez silavê li wêrekiya gelê Kurd, serkirdayetiya Kurdan û HSDyê dikim.
Wan biryarên wêrek dan ku mafên Kurdan diparêzin.
Ev biryar dê daxwazên wan ên ji bo nasname, gihîştina xizmetguzariyan, çavkanî û mafên çandî dabîn bikin."
Olabî destnîşan kir ku ev yekbûn niha bi pratîkî tê bicîhanîn û anî ziman:
"Hema bêje hemû wezîr çûne Bakur û Rojhilat û dest bi pêywendiyan kirine.
Niha li wan deveran lehî heye. Wezareta Hawarçûnê li wir e û çi ji destê wan were dikin.
Ev ew Sûriyeya ku em dixwazin bibînin e; Sûriyeyeke bi hêz û yekgirtî ya ji bo hemû pêkhateyan."
Mafên Kurdan û desthilata berê
