Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek koçberên ku hatine rizgarkirin ji Parêzvanên Beravê yên Yunanistanê re ragihand, piştî ku 22 koçber 6 rojan di nava belemeke lastîkî de di deryayê de asê mane mirine.
Çalakvanekî koçberan diyar kir, "Guman heye ku 6 ji wan xelkê Herêma Kurdistanê bin."
Parêzvanên Beravê yên Yunanistanê ragihand, derengiya roja înê keştiyeke Ajansa Parastina Sînoran a Ewropayê (Frontex) 26 kes li nêzîkî girava Crîtê rizgar kirin ku di nav wan de jinek û zarokek hebûn.
Koçberên rizgarbûyî eşkere kir ku termên koçberên mirî avêtine nav deryayê.
Li gorî amarên Parêzvanên Beravê ku li ser gotinên rizgarbûyan hatiye amadekirin, belem 21ê Adara 2026an ji rojhilatê Libyayê ber bi Yunanistanê ve bi rê ketiye.
Termên koçberan avêtine deryayê
Çalakvanê koçberan ê li Ewropayê Renj Pişderî îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Hejmarek ji hevwelatiyan 7 roj berê ji Libyayê gotibû ku ew dê ber bi Îtalyayê ve bi rê bikevin û deng ji wan nema.
Dibe ku hemû di nav wê belemê de bin ku nîvê koçberên tê de xeniqîne."
Di daxuyaniya Parêzvanên Beravê de hat gotin ku koçberan di deryayê de rêya xwe winda kiriye û 6 rojan bê av û xwarin mane.
Her wiha hat diyarkirin ku termên koçberên xeniqî "bi fermana qaçaxçiyan avêtine deryayê."
Malbat bi hêviya 'girtîgehê' ne
