Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Washington bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re dan û standinan dike.
Serokê Amerîkayê Donal Trump eşkere kir ku Mucteba Xamineyî sax e lê rewşa wî gelekî xirab e
Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî tekez kir ku Trump di vî şerî de her tim rêya dîplomatîk tercîh dike da ku encamek were bi dest xistin.
Donald Trump ji rojnameya New York Postê re diyar kir ku dê di nava heftiyekê de diyar bibe bê ka ew û Tehran dikarin bi hev re bixebitin yan na.
Trump guherîna serkirdayetiya Îranê wekî "guhertineke bingehîn" pênase kir û got: "Serkirdeyên berê hatin guherandin û niha em bi hinek mirovên nû re diaxivin. Ew gelekî meqûltir in."
Trump derbarê Rêberê Bilind ê nû yê Îranê Mucteba Xamineyî de got ku heta niha ji aliyê raya giştî ve nehatiye dîtin.
Serokê Amerîkayê di berdewamiyê jî de got, "Washington di wê baweriyê de ye ku ew sax e lê rewşa wî gelekî xirab e û giran birîndar e."
Rubio: Mesajên rasterast di navbera her du aliyan de hene
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di hevpeyvîneke li gel kanala Al Jazeera de ragihand ku di navbera hinek aliyên li Îranê û Amerîkayê de bi rêya navbeynkaran peywendî û dan û standin hene.
