Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku operasyona leşkerî ya li dijî Îranê gihîştiye qonaxa dawî.
Li gorî Koşka Spî, ji bo temambûna dema diyarkirî tenê çend hefte mane.
Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê îro di civîneke rojnamegeriyê de axivî.
Wê diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê Îranê, dem wekî ku hatiye plankirin tê meşandin.
Karoline Leavittê destnîşan kir ku ew li bendê ne şer di navbera 4 heta 6 hefteyan de biqede.
Her wiha, wê bîlançoya li ser şiyana leşkerî ya Îranê bi raya giştî re parve kir.
Wê da zanîn ku tevî înkarkirina birêvebiriya Tehranê jî hevdîtinên nehênî erênî derbas dibin û tekez kir ku Amerîka amade ye cidiyeta Îranê test bike.
“Derbeyeke giran li pîşesaziya leşkerî ya Îranê ket”
Leavittê bal kişand ser mezinahiya derbeyên ku li artêşa Tehranê ketine û amarên leşkerî belav kirin.
Leavittê diyar kir ku di encama operasyonan de ji sedî 70yê pîşesaziya leşkerî ya Îranê hatiye îmhakirin.
Li gorî agahiyên ku wê dane, şiyana mûşek û dronan a wî welatî bi rêjeya ji sedî 90î kêm bûye.
