Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Wall Street Journalê ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji hevkarên xwe yên nêzîk re ragihandiye ku ew amade ye dawî li operasyonên leşkerî yên li dijî Îranê bîne.
Wî diyar kiriye ku heta eger Tengava Hurmizê girtî jî bimîne, ew dîsa jî amade ye şer bide rawestandin.
Rojnameya Wall Street Journalê li ser zarê berpirsên Birêvebiriya Trump eşkere kir ku Serok û şêwirmendên wî gihîştine wê baweriyê ku operasyoneke leşkerî ya mezin a ji bo vekirina Tengava Hurmizê dê şer gelekî dirêjtir bike.
Li gorî wan, ew şer dê ji wê heyama 4-6 hefteyan a ku Trump destnîşan kiriye, derbas bibe.
Ji ber vê yekê Trump biryar daye ku destpêkê li armancên sereke bixe.
Wate, ew dê destpêkê hêza deryayî û mûşekan a Îranê asteng bike û piştre bi rêya guvaşên dîplomatîk an jî hevalbendên xwe hewl bide tengavê veke.
Helwestên guherbar ên Trump
Meha borî, helwestên Trump ên derbarê mijarê gelek caran guherîn.
Wî hin caran gefa wêrankirina jêrxaneya enerjiyê ya Îranê dixwar, bi mercê ku eger tengav neyê vekirin.
Lê di demên din de wî girîngiya tengavê ya ji bo Amerîkayê kêm nîşan dida.
Trump gelek caran digot ku girtina wê tengavê pirsgirêka welatên din e, ne ya Amerîkayê ye, ji ber ku pêwîstiya Washingtonê bi enerjiya wê herêmê nîne.
Bihayê petrolê metirsîdar e
Girtina Tengava Hurmizê bandoreke wêranker li ser aboriya cîhanê kiriye.
Roja duşemê, bihayê petrola Amerîkayê benda 100 dolarî derbas kir.
