Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump di peyameke nû û tund de gefa wêrankirina wan beşên binesaziya Îranê xwar ku hîn êrişî wan nehatiye kirin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku armancên bê yên artêşa Amerîkayê dê pir û santralên elektrîkê yên Îranê bin.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nivîsî:
"Artêşa me ya ku bi cudahiyeke mezin artêşa herî mezin û herî bihêz a cîhanê ye, hîn dest bi wêrankirina tiştê li Îranê maye nekiriye."
Serokê Amerîkayê bi awayekî eşkere armancên bê yên artêşa Amerîkayê diyar kirin û got:
"Pir armancên bê ne, pişt re jî santralên hilberîna elektrîkê."
