Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dengdana ku rê dide bikaranîna hêza leşkerî ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê bi paş xist.
Dihat çaverêkirin ku îşev dengdan li ser reşnivîsa biryarê ya ku ji aliyê Behrêynê ve hatiye pêşkêşkirin bê kirin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, şeva pêncşemê (doh) di salnameya kar de ji nişka ve guherîn hat kirin.
Wekî sedema bipaşxistinê, hat nîşandan ku roja înê (3yê Nîsanê) "Îna Pîroz" e û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve wekî betlaneya fermî hatiye ragihandin.
Hîn dîrokeke nû ji bo dengdana li ser reşnivîsê nehatiye diyarkirin.
Krîza petrolê û girtina tengavê
Piştî şerê ku 28ê Sibatê bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê dest pê kir, birêvebiriya Tehranê wekî bersivdayînê Tengava Hurmizê ya stratejîk ji trafîka deryayî re girtibû.
Ev gava Îranê û gefên wê yên li ser hinartina petrolê, bûn sedem ku bihayê petrolê li seranserê cîhanê bi lez bilind bibin.
Ev yek jî di aboriya cîhanê de dibe sedema pirsgirêkên cidî.
Desthilata bikaranîna hêzê
Reşnivîsa biryarê ya ku Amerîka piştgiriyê didiyê û ji bo razîkirina welatên din guherîn li ser hatine kirin, desthilata bikaranîna hêza leşkerî dide welatan.
