Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Nûçeyan a Farsê ya Îranê spartiye berpirsekî pilebilind û ragihandiye ku Amerîkayê bi rêya welatekî sêyem pêşniyara agirbesteke demkî ya 48 saetî daye Îranê.
Berpirsekî pilebilind ê Îranî li ser dan û standinên agirbestê yên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de daxuyanî da ajansa nîv-fermî ya Farsê.
Wî berpirsî eşkere kir ku Amerîkayê bi rêya welatekî sêyem "pêşniyara agirbesteke demkî ya 48 saetî daye Îranê."
