Munîh (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê, diyasporayeke Kurdan a gelekî çalak û serkeftî heye û ziman û çanda Kurdan diparêze.
Bernameya Diyasporayê ya Rûdawê vê hefteyê li bajarê Munîhê yê Almanyayê hat pêşkêşkirin.
Pêşkeşkarê Bernameya Diyasporayê Hêmin Ebdulah li Munîhê ye û behsa çalakî û çîrokên serkeftinê yên Kurdên li Munîhê kir.
Munîh bi tîma xwe ya futbolê Bayern Munîh, şîrketa otomobîlan BMW û mazûvaniya salane ya Konferansa Ewlehiyê tê naskirin.
Serokê Herêma Kurdistanê jî piraniya caran beşdarî vê konferansê dibe.
Endamên çalak ên diyasporayê
Di beşeke bernameyê de, li gel du endamên çalak ên diyasporayê gotûbêj hat kirin.
Berpirsê Civata Kurdan a Munîhê Kamîran Îsa xelkê Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2011an ve li Almanyayê dijî.
Wî zanistên siyasî xwendiye û niha di nav saziyên Almanyayê de kar dike.
Her wiha endama Civata Kurdan a Munîhê Mîhreban Salih jî xelka Silêmaniyê ye û berê li Zanîngeha Silêmaniyê alîkara mamosteyan bû.
Ew ji dawiya sala 2021ê ve ji bo xwendina masterê çûye Munîhê.
Parastina çand û zimanê Kurdî
Mîhreban Salihê ji bernameya Diyasporayê re ragihand ku diyasporaya Kurdan li Munîhê bi awayekî çalak ji bo parastina çand û zimanê Kurdî kar dike.
Çalakiyên wan ên salane yên herî girîng Rojên Fîlmên Kurdî, ahengên Newrozê û Rojên Çanda Kurdî ne.
Ji bo parastina muzîka Kurdî û naskirina nifşê nû bi mûzîka Kurdî re, komeke foklorî ya taybet bi govendê li wî bajarî hatiye damezirandin.
Her wiha waneyên zimanê Kurdî bi her du zaravayên Soranî û Kurmancî tên dayîn.
Ji bilî karên çandî, ew alîkariya wan Kurdan jî dikin ku di karûbarên fermî û burokratîk de pêwîstiya wan bi alîkariyê heye.
"Li Munîhê nêzîkî 28 hezar Kurd dijîn"
