Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 21 demjimêrên dan û standinên rasterast û rûbirû, Amerîka û Îranê bêyî peymanekê dawî li civînên xwe yên li Îslamabada paytexta Pakistanê anî.
Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance dibêje, Tehranê mercên Washingtonê yên ji bo devjêberdana çeka nukleerî red kirine.
Tehran jî dibêje, li ser 3 xalan nakokiyên wan hene.
Ber destê sibê roja yekşemê, Amerîka û Îranê dawî li gera dîrokî ya dan û standinên rûbirû yên di navbera xwe de anî bêyî ku ti encam jê derkeve.
Ev yek jî çarenivîsa agirbesta nazik a du hefteyan xistiye ber gumaneke mezin.
Vance ku serokatiya şanda welatê xwe dikir, di wan dan û standinên 21 demjimêrî yên li Îslamabadê de ragihand ku civîn bêyî peyman bi dawî bûne.
Ev jî piştî wê yekê ye ku Îraniyan red kir ku mercên Amerîkayê yên ji bo devjêberdana çêkirina çeka nukleerî qebûl bikin.
Vance ji paytexta Pakistanê ber bi Amerîkayê ve bi rê ket.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî ji medyaya welatê xwe re ragihand, reşnivîsa 10 xalî ya Îranê û plana 15 xalî ya Amerîkayê hatine gotûbêjkirin, li ser hejmarek xalan lihevkirinn çêbûye lê li ser 3 xalan nakok bûne.
Çavkaniyekê ji malpera nûçeyan a Axiosê ya Amerîkayê re ragihandiye ku nakokî li ser du xalan bûye:
Yekem: Daxwaza Îranê ya ji bo kontrolkirina Tengava Hurmizê.
Duyem: Radestkirina uranyuma dewlemendkirî ya Îranê û devjêberdana ji dewlemendkirina zêdetir.
Navbeynkarên Pakistanî daxwaz ji her du welatan kirin ku agirbestê biparêzin.
Wezîrê Karên Derve yê Pakistanê Îshaq Dar got, "Gelekî pêwîst e ku alî pabendî wê agirbestê bimînin."
Dar her wiha diyar kir ku welatê wî hewl dide di çend rojên bê de ji bo destpêkirina gotûbêjeke nû ya di navbera Îran û Amerîkayê de hêsankariyê bike.
Xalên nakok
Vance ji rojnamegeran re ragihand, "Rastiya hêsan ew e ku pêdiviya me bi sozeke piştrastkirî heye ku ew li pey çeka nukleerî û li pey wan amûrên ku dihêlin ew bi lez bibin xwedî çeka nukleerî nagerin.
Ev armanca sereke ya Serokê Amerîkayê ye. Ev ew tişt e ku me hewl daye bi rêya van dan û standinan bi dest bixin."
Alîkarê Serokê Amerîkayê got, di nava 21 demjimêrên borî de wî çend caran bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re axiviye, her wiha bi Wezîrê Karên Derve Marco Rubio, Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper re di nava pêwendiyê de bûye.
Dema ku Vance û Îraniyan bi awayekî cuda ji medyayê re diaxivîn, Trump ji bo temaşekirina lîstikeke têkoşînê ya UFCyê li bajarê Miami yê eyaleta Floridayê bû.
Vance ku Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Jared Kushner pê re bûn, got, "Em bi pêşniyareke gelekî hêsan ji vir diçin ku ev teoriyek e ji bo lihevtêgihiştinê û ev pêşniyara me ya dawî û ya herî baş e.
Ka em bibînin bê gelo Îranî dê wê qebûl bikin an na."
Tevî ku Trump ragihandibû ku dê du hefteyan êrişên li ser Îranê rawestîne, daxuyaniyên Vance diyar nekir ku piştî bidawîhatina wê demê dê çi bibe yan jî dê agirbest bidome an na.
Di yekem berteka xwe de û wekî îşaretekê ji bo gava xwe ya bê ya li dijî Îranê, çend demjimêr piştî axavtinên Vance, Trump li ser tora xwe ya civakî, Truth Socialê, lînka nûçeyekê belav kir ku tê de hatibû gotin, di destê Serokê Amerîkayê de kartek zextê heye û ew dikare dorpêça deryayî bixe ser Îranê.
Berpirsekî Amerîkayî jî ji rojnameya New York Timesê re ragihandiye, "Gava bê di destê Trump de ye."
