Hewlêr (Rûdaw) - Li Macaristanê xelk ji bo hilbijartinên giştî yên ku dê 199 parlamenter werin diyarkirin diçe ser sindoqan.
Dengdanê bi dema herêmî saet 06:00an dest pê kir.
Di hilbijartinan de xelk du dengan bi kar tîne; yek ji bo namzedên herêma xwe û ya din jî ji bo lîsteyên partiyan e.
Di çarçoveya pergala hilbijartinê de ji 199 kursiyên Parlamentoya Macaristanê 106 kursî li gorî namzedên ku li herêmên teng herî zêde deng standine tên dabeşkirin.
93 kursî jî li gorî lîsteyên partiyan tên parvekirin.
Di hilbijartinên giştî de Partiya Yekîtiya Welatiyên Macar (Fidesz) a di bin serokatiya Serokwezîr Viktor Orban de ku 16 sal in li ser desthilatê ye û Partiya Rêz û Azadiyê (Tisza) ya di bin serokatiya Peter Magyar de hevrikiyê dikin.
Rapirsî partiya Tisza li pêş nîşan didin
Piraniya rapirsiyan nîşan didin ku di hevrikiyê de Tiszaya di bin serokatiya Magyar de li pêş e.
Lê belê rêjeya zêde ya dengdêrên bêbiryar nîşan dide ku encam hîn ne diyar in.
