Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amara 24 saetên ewil a dorpêça deryayî ya li dijî benderên Îranê eşkere kir.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di operasyonê de zêdetirî 10 hezar leşker cih digirin û roja ewil ti keştiyan nekariye ji xeta dorpêçê derbas bibin.
CENTCOMê bi rêya hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêça deryayî bi hûrgilî bi rê ve diçe.
Hat destnîşankirin ku zêdetirî 10 hezar deryavan, leşkerên deryayî (Marines) û karmendên hêzên asmanî erkdar in.
Zêdetirî 12 keştiyên şer û bi dehan balafir çavdêriya wan keştiyan dikin ku dikevin benderên Îranê yan jî jê derdikevin.
6 keştiyên bazirganiyê hatin vegerandin
CENTCOMê diyar kir ku di 24 saetên ewil ên dorpêçê de ti keştiyan nekariye sînorên Amerîkayê derbas bikin.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“6 keştiyên bazirganiyê li gorî fermanên hêzên Amerîkayê rêya xwe guherandine.
Ew keştî di ser Deryaya Umanê re dîsa vegeriyane benderên Îranê.”
Bi vê daxuyaniyê îdiayên medyaya Îranê yên wekî “hinek keştî di tengavê re derbas bûne” hatin derewandin.
