Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dê Tengava Hurmizê ya stratejîk bi yekcarî ji çûn û hatinê re vebike.
Trump diyar kir ku wan di vê pêvajoyê de bi Çînê re peymaneke girîng kiriye.
Trump eşkere kir ku birêvebiriya Pekînê soz daye ş li gorî peymanê, Çîn êdî çekan naşîne Îranê.
Serokê Amerîkayê li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê peyamek belav kirin.
Wî qala dengvedana pêngavên xwe kir.
"Çîn ji vê rewşê gelekî kêfxweş e"
Trump destnîşan kir ku operasyona pêkanîna ewlehiyê û vekirina Tengava Hurmizê gelekî girîng e û da zanîn ku ew pêngav ji bo aboriya cîhanê jiyanî ye.
Wî di peyama xwe de wiha got, "Çîn ji vekirina Tengava Hurmizê ya bi temamî gelekî kêfxweş e.
Ez vê yekê hem ji bo wan hem jî ji bo hemû cîhanê dikim. Ev rewşa girtina tengavê dê ti caran dubare nebe.
Birêvebiriya Çînê li ser neşandina çekan a ji bo Îranê bi me re gihîşt peymanekê."
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew dê di hefteyên pêş de biçe Çînê.
