Îslamabad (Rûdaw) - Di demekê de ku hewldanên dîplomatîk ên Pakistanê yên ji bo navbeynkariya di navbera Îran û Amerîkayê de gihîştine qonaxeke hestyar, welatiyên Pakistanî bi geşbînî li rola welatê xwe dinêrin.
Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman li Îslamabada paytexta Pakistanê li gel çend welatiyan axivî.
Şêniyên Îslamabadê di wê baweriyê de ne ku serkeftina van dan û standinan dê pêgeha Pakistanê ya di asta cîhanê de xurt bike û navê welatê wan wekî aştîparêz bide naskirin.
Welatiya Pakistanê Seyde Maham Buxariyê li ser îhtimala lihevkirinê got:
"Ez bawer dikim ku pêk tê, çimkî nabe ku şer hebe.
Ez bawer dikim ku Pakistan di vê rewşê de karekî baş dike.
Ji bo mînak, heger tu ji aliyê polîtîk û jeopolîtîk ve lê binêrî, ez bawer dikim ku rewşa Pakistanê pir baştir e.
Lewma em bê guman li gel Îranê ne, em piştgiriya Îranê dikin û em bawer dikin ku dan û standin dê pêk werin."
Baweriya bi General Asim Munîr
Welatiyê Pakistanê Enwer Elî jî destnîşan kir ku Pakistan dikare vê yekê bi hêsanî bike û anî ziman:
"Asim Munîr generalê me ye û baweriya me pê heye.
Lewma ew dikare pir bi hêsanî li gel Îranê û li gel Amerîkayê vê yekê bike.
Tenê ji ber ku niha di van rojan de pasaporta me ya Pakistanî ber bi başbûnê ve diçe û di hemû cîhanê de niha her kes Pakistanê dinase."
