Dusseldorf (Rûdaw) - Keçeka Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê xelateke felsefeyê bi dest xist.
Zêwe Husên Sîndo sala 2004an li navçeya Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ew ji ber şer bi malbata xwe re koçber bûye û sala 2018an li Almanyayê bi cih bûye.
Tevî astengiyên zimên jî Zêweyê xwendina xwe domandiye û bûye hogira felsefeya Almanî û bi taybetî felsefeya Nietzsche.
Zêwe Husên Sîndoyê di pêşbirkeke felsefeyê de li ser asta eyaleta xwe pileya yekem û li ser asta hemû Almanyayê jî pileya çaremîn bi dest xist.
