Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ji pêşniyara Îranê ya li ser bipaşxistina dan û standinên nukleerê ya ji bo piştî şer a li beramberî vekirina Tengava Hurmizê ne razî ye.
Li gorî çavkaniyên Koşka Spî yên ku ji Reuters, The New York Times û CNNê re axivîne, Trump li ser helwesta xwe rijd e ku divê mijara nukleerê mijara herî sereke ya her peymana muhtemel be.
"Mijara nukleerê nayê bipaşxistin"
Rayedarên ku haya wan ji hevdîtinên Trump ên bi şêwirmendên wî re heye, ragihand ku Serokê Amerîkayê li dijî bipaşxistina mijara nukleerê ye.
Tê diyarkirin ku birêvebiriya Washingtonê dixwaze ku şiyana nukleerê ya Îranê bi temamî ji holê rake û ev mijar beriya hemû sernavên din bê gotûbêjkirin.
Dorpêç karta herî bihêz a Amerîkayê ye
Li gorî nirxandinên CNNê, birêvebiriya Amerîkayê rakirina dorpêça li ser benderan a bêyî wergirtina garantiyên şênber ên derbarê bernameya nukleerê ya Tehranê, wekî "şaşiyeke stratejîk" dibîne.
