New York (Rûdaw) - Dîplomatên bi dehan welatan doh li Neteweyên Yekbûyî (NY) civiyan da ku bi yek dengî dijberiya xwe ji bo wê krîzê nîşan bidin ku bazarên enerjiyê yên cîhanê hejandine.
Wezîrê Karên Derve yê Behreynê Ebduletîf Bin Raşid Zeyanî diyar kir ku girtina Tengava Hurmizê gefek e û anî zimên:
"Em piştgiriya xwe ya temam ji bo biryarnameya 2817an ducare dikin ku êrişên Îranê yên li ser cîranên wê yên herêmî şermezar dike.
Girtina Tengava Hurmizê û domandina êrişên di nav tengavê de li ser ewlehiya navneteweyî û maf û azadiyên deryavaniyê gef in.
Hatin û çûyîna azad a deryavaniyê ya di tengavê re kevirê bingehîn ê ewlehî û aramiya cîhanê ye."
Nûnerên welatan piştî xwendina daxuyaniya xwe ya hevbeş, çûn salona Konseya Ewlehiyê da ku li ser Tengava Hurmizê civîneke vekirî bikin.
Vê mehê Behreyn serokatiya Konseyê dike û serkêşiya hewldanên ji bo zêdekirina zexta navneteweyî ya li ser Îranê dike.
Veto ji Çîn û Rûsyayê
Behreynê destpêka vê mehê piştgirî da pêşniyaryasayekê ku ji bo vekirîhiştina Hurmizê rê dida bikaranîna hêzê.
Lê pêşniyaryasa nehat qebûlkirin çimkî Çîn û Rûsyayê ew veto kir.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres destnîşan kir ku divê Tengava Hurmizê were vekirin û got:
