Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku birêvebiriya Îranê ji wî re gotiye ku ew di "rewşa rûxînê" de ne.
Trump ragihand ku Tehranê xwestiye Tengava Hurmizê di demeke herî kurt de ji trafîkê re were vekirin.
Donald Trump li ser platforma xwe ya medyaya civakî Truth Socialê daxuyaniyek da.
Trump derbarê bipêşketinên navxweyî yên Îranê û daxwazên dan û standinan de wiha got:
"Îranê, nû ji me re ragihand ku ew di 'rewşa rûxînê de ne.
Ew dema hewl didin pirsgirêka serkirdayetiya xwe çareser bikin, ji me dixwazin ku em 'Tengava Hurmizê' di demke herî kurt de vekin. Ez bawer dikim ku ew dikarin bi ser bikevin!"
Amerîkayê plana Tehranê red kir
Ev daxuyaniya Trump, piştî pêşniyara nû ya Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hat.
Eraqçî ev pêşniyara xwe li Îslamabadê pêşkêş kiribû û tê de pirsa nukleerê di destpêkê de hatibû derxistin.
Li gorî nûçeyên Axios û Reutersê, Tehranê pêşniyar kiriye ku di qonaxa yekem de şer bê rawestandin.
Tehranê xwestiye garantî bê dayîn ku şer dê ji nû ve dest pê neke.
Pişt re jî dorpêça Amerîkayê bê rakirin û Tengava Hurmizê di bin kontrola Îranê de bê vekirin.
Her wiha Tehranê xwestiye ku dan û standinên nukleere tenê piştî van qonaxan bên kirin.
Lê belê rayedarên Amerîkayê yên ku ji Wall Street Journalê (WSJ) re axivîn diyar kir ku Serok Trump ji vê pêşniyarê ne razî ye.
Hat destnîşankirin ku li gorî Trump, Tehran di mijara rawestandina bernameya nukleere de bi "niyeta xerab" tevdigere.
