Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê ragihand ku wî bi Serokkomarê Çînê re peymanek kiriye ku Pekîn 200 balafirên Boeingê bikire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump her wiha diyar kir ku ev peyman dê gelek derfetên kar ji bo Amerîkiyan çêbike.
Donald Trump di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re de ragihand ku di civîna wî ya bi Serokkomarê Çînê re de Pekînê soza kirîna 200 "balafirên mezin" daye.
Tevî ragihandina vê nûçeyê, pişkên Boeingê bi rêjeya ji sedî 4an daketin.
Pisporên darayî di wê baweriyê de ne ku sedema vê daketinê ew e ku bazar li benda peymaneke gelekî mezintir bû.
Medyaya Amerîkayê berê qala îhtimala kirîna 500 balafirên cureyê 737 MAX û 100 balafirên din ên wekî 787 û 777an dikir.
Birêvebirê Giştî yê Boeingê Kelly Ortberg jî wekî endamekî şandeya Amerîkayê di lûtkeya Pekînê de amade bû.
