Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi vexwendineke fermî ya Serokê Çînê Xi Jinping diçe Pekînê.
Kremlînê ragihand ku Vladimir Putin û Xi Jinping dê di civîneke lûtkeyê de li ser hevkariya stratejîk û mijarên germ ên cîhanê û bi taybetî jî li ser şerê li Ukraynayê biaxivin.
Li gorî daxuyaniya Koşka Kremlînê, serdana Putin dê di navbera 19 û 20ê Gulanê de be.
Ev serdan di demekê de ye ku 25 sal di ser mohrkirina "Peymana Cîrantî û Hevkariya Dostane" re derbas dibin ku ev peyman ji sala 2001ê ve bingeha pêwendiyên Moskow û Pekînê ye.
Hevkariya stratejîk û bazirganî
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov li ser bernameya serdanê got:
"Beriya her tiştî em dê li ser pêwendiyên dualî biaxivin ku ev hevkariyeke stratejîk a taybet e.
Her wiha qebareya bazirganiyê ya di navbera her du welatan de ku her ku diçe bi pêş dikeve û ji sedî 200 milyar dolarî derbas kiriye, dê mijara sereke be."
Di civînê de dê li ser gelek mijarên hestyar bên axaftin ku di nav wan de hevkariya di warê enerjiyê de, şerê li Ukraynayê, pêwendiyên bi Amerîkayê re, pirsgirêka Taywanê û aloziyên li Rojhilata Navîn hene.
Serdana Putin tenê çend rojan piştî serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Çînê pêk tê.
