Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê Komarî yê Amerîkayê yê navdar Lindsey Graham, li ser îmzekirina peymaneke li gel Îranê hişyariyeke tund da îdareya Trump.
Graham got ku eger ev peyman rê bide ku Tehran bi hêz bimîne û kontrola Tengava Hurmizê bike, ew dê "benzînê bi ser agirê nakokiyên li Îraq û Libnanê de bike."
Lindsey Graham li ser tora civakî ya Xê ragihand, heger peyman li ser wê bingehê be ku Tengava Hurmizê ji "terora Îranê" neyê parastin û şiyana Îranê ya têkdana binesaziya petrola Kendavê hebe, dê Tehran wekî hêzeke serdest derkeve holê.
Graham li ser vê yekê got, "Ev guhertina mezin a di hevsengiya hêzê ya li herêmê de, dê di paşerojê de bibe kabûsek ji bo Îsraîlê."
Graham her wiha tekezî li ser wê yekê dike ku divê armancên şer bi dest bikevin û got:
"Mirov matmayî dimîne ka çima ev şer her ji destpêkê ve dest pê kir?
Gumanên min hene ka çawa pêşiya Îranê nayê girtin ku pirsgirêkan ji bo Tengava Hurmizê derxe."
Graham diyar kir ku her peymanên rê bi mayîn û bihêzbûna Îranê bidin, dê hêzeke zêdetir bide komên çekdar ên nêzîkî Tehranê û got:
"Peymaneke ku rê bide Îran di paşerojê de kontrola Tengava Hurmizê bike, dê Hizbulaha li Libnanê û mîlîsên Şîe yên li Îraqê gelekî bi hêz bike."
Senatorê Komarî yê Texasê Ted Cruz jî li ser heman mijarê ragihand ku ew gelekî "dilgiran" e ji wan raporên ku qala peymaneke di navbera Amerîka û Îranê ya ji bo bidawîanîna şer dikin.
