Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) di bin banê Klubên Çand û Hunerê de "Kluba Ziman û Çanda Kurdî ya ÎTUyê" dest bi xebatên xwe kir.
Piştî ku klubê li ser medyaya civakî avabûna xwe ragihand, ji aliyê hinek derdoran ve hat hedefgirtin.
Bi ragihandina avabûna klubê re li zanîngehê nîqaşan dest pê kir.
Hat zanîn ku klubê bi erêkirina Rektoriya ÎTUyê avabûna xwe ragihandiye.
Li Tirkiyeyê li gelek zanîngehan klubên bi vî rengî di bin banê zanîngehan de dikarin werin avakirin.
Li zanîngehên wekî ODTU, Bogaziçî, Bîlgî û Koçê jî kom û klubên ku hatine avakirin hene û bi awayekî çalak dixebitin.
Li aliyê din, di nav ÎTUyê de klubên bi navê Ziman û Çanda Spanî yan jî Ziman û Çanda Îtalî jî hene û bi awayekî çalak karên xwe dikin.
Aloziya li şevîmanê
Piştî parvekirina avabûna klubê, li koma Şevîmana Xwendekaran a Kuran a Vadiyê di navbera xwendekaran de alozî derket.
Bi ragihandina klubê re, hinek klubên li ÎTUyê yên wekî "Kluba Rêstinê ya ÎTUyê" û "Kluba Futbolê ya ÎTUyê" li ser medyaya civakî daxuyanî dan û gef xwarin.
