Hewlêr (Rûdaw) – Koma muzîkê ya Rastakê dê li bajarên London û Manchesterê yên Brîtanyayê 2 konseran li dar bixe.
Koma muzîkê ya Rastakê, komeke ji hunermendên jin û mêr pêk tê ku solîstên wê ji Rojhilatê Kurdistanê ne.
Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî li ser konserên Rastakê yên Brîtanyayê zanyarî dan Tora Medyayî ya Rûdawê.
Behzad Pûrnaxî destnîşan kir ku konsera yekem dê li Londonê 28ê Adarê demjimêr 20:00an li Barbican Centreyê û ya duyem jî li Manchesterê 29ê Adarê demjimêr 20:30an li Stoller Hallê were sazkirin.
Menajerê koma muzîkê ya Rastakê Behzad Pûrnaxî derbarê konserên Brîtanyayê de ji Rûdawê re got:

