Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara 27an a kovara Şermolayê derket. Şermola kovareke wêjeyî û çandî ya demsalî ye ku bi zimanên Kurdî û Erebî li Bakurrojhilatê Sûriyeyê tê weşandin.
Hejmara nû ya kovarê mijara "Zîrekiya Çêkirî (AI) û bandora wê li ser rewşa afirîneriyê" wekî dosyaya sereke ya hejmarê girtiye dest, ev jî ji ber girîngiya zêde ya vê mijarê û bandorên erênî û neyînî yên ku li ser rewşa wêjeyî û çandî ya giştî dike.
Desteya Weşana kovarê di pêşgotina hejmarê de qala têkiliya di navbera pêşketina teknîkî û wijdanê mirovî de kir û tekez kir ku Zîrekiya Çêkirî xwe dispêre jinûvebikaranîna berhemên mirovî yên berê.
Di beşeke pêşgotinê de wiha hatiye gotin: "Pêşketinên teknolojîk ên ku îro cîhan dijî, ne pêşketinên normal û ji rêzê ne lê belê ev pêşketin zemîna ku nivîskar, wêjevan, hunermend û xwîner li ser disekinin, diguherîne.
Zîrekiya çêkirî (AI) ku yek ji pêşketinên teknolojîk ên herî mezin e ku êdî mirov bi rêya AI dikare di demeke kurt û bi lez de nivîsên wêjeyî, grafîk û heta muzîkê jî biafrîne. Gelo ev alav wê bibe alîkarê mirov di afrandinê de yan wê bibe cihê metirsiyê, her wiha zîrekiya çêkirî dibe sedema ku gelek pirs di serê mirov de bigerin, bi taybetî dema ku dibe ortax an jî hevrikê mirov yê afrînerî û reseniyê."
Hejmara 27an mijarên wêjeyî û çandî yên cihêreng ku ji aliyê nivîskarên Rojavayê Kurdistanê ve hatine nivîsîn li xwe digire. Hejmara nû ji 132 rûpelan (bi her du beşên Kurdî û Erebî) pêk tê û tabloyên hunerî yên hunermend Aslan Mamo û Henîf Hemo tê de cih digirin.
Di beşa Kurdî de gelek mijar û berhemên hizrî cih girt, ji wan di dosyaya hejmarê de: "Afrînerî di Serdema Zîrekiya Çêkirî de (Desteya Sernivîskariyê), Erênî û Neyêniyên Zîrekiya Çêkirî AI (Beşîrê Mele Newaf), Pirtûka Elektronîk û Pirtûka Bideng (Darwîn Darî).
