Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan Yehya Omerî piştî 5 salan bi pirtûkeke nû derket pêşberî xwendevanan.
Dîwana wî ya nû ya bi navê “Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha” ji aliyê Pall Weşanê ve hat çapkirin.
Di vê pirtûkê de ku berhema wî ya sêyem a helbestan e, 42 helbest cih digirin.
Yehya Omerî xelatgirê Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî ye.
Wî bi dîwana xwe ya ewil Anatomiya Demsalên Zer (2015) di demeke kurt de di wêjeya Kurdî de cihekî girîng girt.
Helbestên wî zêdetirî bala xwendevanên Kurdî kişand û heta niha ji aliyê gelek kesan ve hatine xwendin û bidengkirin.
Yehya Omerî kî ye?
Yehya Omerî sala 1993yan li gundê Êlaskayê yê navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû.
Wî sala 2017an li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê beşa mamostetiya Ziman û Edebiyata Tirkî qedand.
