Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê bi hevkariya sazî û rêxistinên pîşeyî yên muzîkê, bi civîneke taybet paşeroja endustriya muzîka Tirkiyeyê hat nîqaşkirin.
Di civînê de bipêşketinên dawî yên sektorê, pirsgirêka mafên telîfa muzîkê, platformên dijîtal û berhemên hişê çêkirî hatin gotûbêjkirin.
Mafên telîfa muzîka Kurdî
Nûnerên sektorê didin zanîn ku li gel pirsgirêkên muzîka Tirkî, mijara mafên telîfa muzîka Kurdî jî di rojeva wan de ye.
Birêvebirê (Serokê) Yekîtiya MESAMê Recep Ergul ji bo Rûdawê axivî û diyar kir ku ew ji bo çareseriya pirsgirêkên telîfa muzîka Kurdî zêdetirî salekê ye bi Wezareta Çandê re di nav pêwendiyê de ne.
Recep Ergul eşkere kir ku di arşîva MESAMê de 2 milyon berhem hene û got, "Belkî ji wan 200-300 hezar berhem bi zimanê Kurdî bin.
Ji bo mafên telîfa muzîka Kurdî em ji sala par ve bi Wezareta Çand û Geştyariyê re dixebitin."
Şoreşa dijîtal û derfetên nû
Hunermend û Birêvebirê Yekîtiya MSGê Ferhat Goçer ji Rûdawê re ragihand ku li pêşiya muzîka Kurdî derfeteke dîrokî heye.
